Leylan, romana serdemeke dinya li mirovan bûye tara bêjingê. Romana serdemeke ku li nav çar dîwaran bi hikmê pênûsê li ber zor û zehmetiyan, tahde û pêkutiyan radibe. Leylan, çîroka Bedirxan, Sema, Qudret, Mûtlû, Zelîxa û Celal e. Çendî ku rêya wan bi kend û kosp be jî, çendî ku ji bêgavî ji warê xwe bûbin û berê wan ketibe…