Ahmedê Hepo

20’ê Gulana 1934’an li gundê Şirranê, nehîya Artaşatê, Azerbaycana Rojava ji dayîk bûye. Mekteba navîn li gundê Aranê nehîya Yêvlaxêda xilas dike. Înstîtûta Pêdagojîya Dewletê ya Ermenîstanê, fakûlteya wêjeyê ya beşa Azerbaycanê xitim kirîye (1964). Gotarên civatnas û serpêhatîyên xwe yê pêşî jî vê navbênê di rojnameya kurdî “Rîya Teze” û bi Azerbaycanî (Sovyêt Êrmenîstanê) dide weşandin. Pirtûkên serpêhatîyên pêşî, “Adar” û “Emr Gul Vedide” salên 1965 – 1975 – da li Êrîvanê hatîye weşandin. Azerbaycanê da redaktor, redaktorê sereke, wek serwerê wê beşê, qederê 30 salî kar kirîye. Li wira bi tevayî afirandarîya wêjeyî û zaniyarî domandîye. Ser lêkolîna mijara “Motîvên mêrxasîyê di dastanên gelê Kurda” da kar dike. Cara yekemîn ya navenda çanda Kurd “Ronahî”yê, ya Komara Azerbaycanê, serek rêdaktorê yekemîn ya rojnama “Dengê Kurd” bûye. Ji roja hatîye damezirandin, serwêrê beşa zimanê Kurdî ya şîrketa Bernamên Teleradyoya Dewleta Azerbaycanê ye. Bûye rêdaktorê çend pirtûkên ku bi Kurdî yên ku li Bakûyê hatine weşandin.

Quick Navigation
×
×

Cart