Medya Yaklav – Heft
Orijinal fiyat: ₺ 150,00.₺ 105,00Şu andaki fiyat: ₺ 105,00.
Aram/Helbest
Çapa Yekem
Gulan 2025
İSBN:9786052931196
Sayfa: 152
Ebat: 135X205
98 adet stokta
Açıklama
“Piştî bîst û heft salan lingên min cara ewil bi axê bûn, min gavek avêt… ax nerm bû û min ew bi hemû şênekên xwe rabihart. Min ev rabihîstin jibîr kiribû. Ji dilê nehat ku gavekî din bavêjim. Min tirseke ku weke derziyan di serê tiliyên min re diçû rabihrat û piştre çavên min û çavên axê hatin hev. Ewil çavên min li axê lome kirin ku min bibexşîne. Min ne xwestibû pê lê bikim. Min nexwestibû pê li şînahiya li ser singa wê bilind dibe bikim, ku ji bo min tekane xwezî ye, bêrî ye, xeyal e, hêvî ye… Di çi de li lingên min dîsa hîsnekir li lingên xwe poşman bûm û min paşve gav avêt. Lingên min dîsa gihîstin betonê, ku bi salane pêlêdikim, min tiştek hîs nekir. Heman betonê hişk, heman betonê sar bû. Piştî bîst û heft salan heft gav meşa li hêviya axê bû sedema vê pirtûkê.
Berhemên nivîskaran dişibin zarokan. Belkî… Ger wisa be ev jî zarokeke. Tîp bi tîp, kite bi kite, hevok bi hevok hatiye vehonandin. Bi romandin bi xeyilandin û bi hestên serî lê berdayî. Heft gav bunheft rûpel, heft rûpel bûn heft kêlî, heft kêlî bû heft roj, heft roj bûn heft sal, heft sal bûn heft hal û heft xewn. Geh ez li dora heftan çûm û hatim, geh heft li dora min zivirî ji bo vê jî navê pirtûkê bû HEFT.”

