Abdurrahman Bakır

Di sala 1953’yan de li gundê Salhiyê/Erxenî ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn û Amadeyî jî li Erxeniyê xwendiye. Enstîtuya Perwerdehiyê ya Mamostetiyê qedand şûnde, li Antalya, Hatay û Mersînê mamostetî kiriye. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene.

Di kovara ‘Emekçiler’ de nîvîsên wî hatine weşandin. Di sala 2004’an de Qursa Zimanê Kurdî Ya Taybet li Edenê vekir. Di sala 2006’an de Serokatiya Navenda Kurdî der’a Amedê kiriye. Di qada siyasî de xebat meşandine. Çar pirtûk wergerandine kurdî. Pirtûkek li ser rêziman amade kiriye. Ji van wergeran heta a niha pirtûka CezmI Ersoz a navê ‘Jiyan Fermanek Te Heye’ hatıye çapkirin. Dosyayek wî ya helbestan jî heye. Pirtûka wî ya bi navê ‘Rêziman û Rastnivîsa Kurmancî’ hatıye çapkirin. Ji ber karên siyasî ew jî wek her kurdekî rastî zilm û zordariyên dewletê hatiye. Sê salan di Akademiya Ziman a Ahmedê Xanî de xebitî û li Amedê dijî.

Quick Navigation
×
×

Cart