İndirim!

Meryem Kobanê – Çepera Rûmetê Kobanê-1

Orijinal fiyat: ₺ 300,00.Şu andaki fiyat: ₺ 210,00.

Aram/Roman

Çapa Yekem

Gulan 2025

İSBN: 978-605-293-126-4

Sayfa: 456

Ebat: 135X205

100 adet stokta

Kategoriler: Etiketler: ,

Açıklama

Dîrok, tenê ji nivîsan pêk nayê, di heman demê de ji bîr û bîranînên hatine jiyîn û veguheztin pêk tê. Destana Çepera Rûmetê, Kobanê, têkoşîna gel a li derûdora rûmet û îradeyeke xurt vedibêje.

Ev berhema heya niha du cildên wê hatine weşandin, ji pênûs û şahidiya jineke têkoşer a ku li ser her bihosteke axa welat şopeke dîrokî hîştiye diniqute; têkoşîna azadiyê ya gelan û hêza rûmeta mirovahiyê vedibêje. Di çeperên Kobanê de dengên dihate berzkirin, ne tenê dengê bajarekî bû, di heman demê de sembola hêz û baweriya gel a ber bi azadiyê ve bû.

Di vê çîrokê de hêviya di nava kavilan de, têkoşîna azadiya gelan û jinan heye. Ev çîrok nîşanî me dide; têkoşîn ne tenê bi şer û pevçû- nan, her wiha bi avakirina jiyaneke nû, pêkan e. Lehengên Kobanê, bi bîranînên şahid û şehîdên vê axê, bêyî rabirdûyê ji bîr bikin berpirsiyariya avakirina pêjerojê hildigirin.

Fêhmkirina Kobanê, ne tenê fêhmkirina bajêrekî ye, fêhmkiri- na destana xwebexşiya gelekî ya ji bo azadiyê ye.

Quick Navigation
×
×

Cart