Meryem Kobanê – Çepera Rûmetê Kobanê-2
Orijinal fiyat: ₺ 300,00.₺ 210,00Şu andaki fiyat: ₺ 210,00.
Aram/Roman
Çapa Yekem
Gulan 2025
ISBN: 978-605-293-127-1
Sayfa: 488
Ebat: 135X205
96 adet stokta
Açıklama
Destanek nîvco namîne û berxwedaneke bêhempa nayê jibîrkirin… Meryem Kobanê, çîroka berxwedan û têkoşîna azadiyê ya Kobanê didomîne. Berga duyemîn ya pirtûkê, kêliyên herî germ ên şer, rojên wêrankirî, tunekirin û ji nû ve zayînê vedibêje.
Çepera Rûmetê ne tenê çîroka şerekî ye; belgeya îradeya gel û dîrokeke nû ya bi pêşengiya jinan hatiye meşandin e. Dengê berxwedana li eniyên şer, bîranînên şehîdan û baweriya kesên di çeperan de li ber xwe didin, mezin dibe. Rûmeta li eniya Kobanê pêk tê, vediguhere bangewaziya azadiya gel û sînor derbas dike.
Ev berga duyemîn, qonaxa herî dijwar a destana Kobanê vedibêje û ji pêşerojê re mîrateyeke giranbûha dihêle: Berxwedaneke bi rûmet, têkoşîneke bibiryar ji bo azadiyê… Ji ber vê yekê gumana tu kesî tune ye; Kobanê ne tenê bajarek bû, Kobanê rûmeta gel û berxwedana serdemekê bû.

