Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Rojavayê Kurdistanê ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand.

Piştre li Zanîngeha Şamê paytexta Sûriyeyê beşa Felsefeyê qedandiye. Hikûmeta Sûriyeyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike.

Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê. Huseynî di sala 1989’an de çû Swêdê. Niha jî li Îngilistanê dijî. Gelek pirtûkên Ehmed Huseynî hatine çapkirin.

Di sala 2002’yan de ‘Dîwan’a wî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin. Di dîwana wî de beşeke mezin ji berhemên wî hene.

Sala 2001’ê, di Medya TV’de, bernameya Sîmirê Tavsorkê û di sala 2005’an de di Roj TV’de bernameya Dengvedana Peyvê pêşkêş dikir.

ji destpêka sala 2013’an di Ronahî TV’de, bernameya Şeva Hicranê pêşkêş dike.

Berhem

* Mistek Ji Şîna Bêcir, Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê

* Bi Xewna We Pênûsê Dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jina Nû

* Rono û Sirûdên Bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jina Nû

* Sîriskên Hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stockholm, 1997, Weşanên Apecê

* Bazbend, Kewname, Stockholm, 1999, Weşanên Apecê

* Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê

* Bajarê Dirinde, Amed, 2003, Weşanên Belkî

* Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî, Amed, 2004, Weşanên Aram

* Ronoya (Nûristan), Amed, 2011, Weşanxaneya Belkî.

* Navekî Kuştî Ji Navên Te yên Kesk Bûm,  Amed, 2012, Weşanxaneya Ronahî.

Quick Navigation
×
×

Cart