Diyar Bohtî – Ehmedê Xanî Bi Çavekî Cuda
Orijinal fiyat: ₺ 350,00.₺ 245,00Şu andaki fiyat: ₺ 245,00.
AramLêkolîn
Baskı: 1
Ekim 2025
ISBN: 978-605-293-144-8
Sayfa:408
Ebat: 135X205
99 adet stokta
Açıklama
Yek ji wêjevan û rewanbêjên Kurd yên klasîk yên herî navdar, bibandor û biheşmet Ehmedê Xanî, bi qasî ku helbestvan e, hizirmendekî mezin û di têkoşîna ziman û nasnameya gelê xwe de jî pêşeng e. Berhema wî Mem û Zîn, her çiqas wek destaneke evînê bê zanîn, di rastiyê de manîfestoyeke bêhempa ya hebûnê ye û di bîra gelê Kurd de bûye weke bez û benîşt.
Diyar Bohtî di vê pirtûkê de berhema Xanî ne aliyê wêjeyî tenê; aliyê wê yê felsefî, tesewifî û konevanî jî vedikole û vedixepêre. Hizra Xanî ya li ser ziman, nasname, dadmendî û azadiyê bi awayekî kûr dinirxîne û wî li navenda dîroka hizra Kurdan dide bicihkirin.
Ehmedê Xanî Bi Çavekî Cuda, derfetê dide ku wêjeya kurdî ya klasîk bi awayekî nûjen û li ser bingehekî rast ji nû ve bê xwendin û lêkolînkirin. Mijar û peyamên di risteyên Xanî de veşartî û arîşeyên îro pêrgî hev dibin. Herwisa rastiya ku di berhema wî de tê ziman, piştî bi sedê salan jî nirx û nûjeniya xwe diparêze. Ji bo wê pirtûk, pêşniyaz dike ku Ehmedê Xanî ne wek helbestvanekî dîrokî tenê, bi çavekî nû û ji serî ve wek rêber û rêzanê îro û paşrojê bê xwendin.

