İndirim!

Selahattin Demirtaş – LEYLAN

 29,40

Leylan, romana serdemeke dinya li mirovan bûye tara bêjingê. Romana serdemeke ku li nav çar dîwaran bi hikmê pênûsê li ber zor û zehmetiyan, tahde û pêkutiyan radibe.

Leylan, çîroka Bedirxan, Sema, Qudret, Mûtlû, Zelîxa û Celal e. Çendî ku rêya wan bi kend û kosp be jî, çendî ku ji bêgavî ji warê xwe bûbin û berê wan ketibe bajar û warên xerîb jî, lê ji ya xwe danakevin. Çikû li dij desthildarên dirançîq û xwînmij, ji bo cîhaneke aram û miferih sonda têkoşîn û berxwedanê li canê xwe xistine…

Stokta yok

Açıklama

Selahattîn Demîrtaş

Di vê jiyanê de qet nebe divê kesekî ku hûn bi her awayî pê bawer bin hebe. Yan na hûn ê tim û tim xwe tikîtenê hîs bikin. Loma piraniya mirovan bitenê ne, tikîtenê ne. Tiştên diqewimin, wekî versiyona destê duyem ên jiyaneke kelepîr in. Tiştên hûn dikin, yek jê jî ne aydê we ye, ne aydê bîra we, ne aydê xwebûna we ye. Jiyana we, bi temamî ji tiştên ku derdoreke dilbiguman bi we dide kirin îbaret e.

Ji wî halê we yê zarokatiyê yê saf û xwerû, li ser rûyê we tenê “bişirîna memûrî”, li ser lêvên we jî “maçeke xemaz” dimîne. Cihê ku hûn maç bikin qirêjî dibe. Wexta hûn dikenin her kes tehl dibe. Heger bi we re destmaleke spî û derdora wê bi dantêlên kesk xemilandî tunebe, hûn ê nikaribin tu devera xwe paqij bikin.

Aha min werê hez ji Serabê kir, bi halê xwe yê herî saf, ji dûr ve.

Ek bilgi

Ağırlık 1 kg

Değerlendirmeler

Henüz değerlendirme yapılmadı.

“Selahattin Demirtaş – LEYLAN” için yorum yapan ilk kişi siz olun

Hoşunuza gidebilir…

Quick Navigation
×
×

Cart